Rêjîm bi Napalmê êrîşî Tîr M’ela li bakurê Himsê dike

Rêjîm bi Napalmê êrîşî Tîr M’ela li bakurê Himsê dike
Balafirên şer ên rêjîma Sûrî îro Şemiyê gundewarê bakurê Himsê bi êrîşên asîmanî armanc kirin, û bi bombeyên Napalmê bajarokê Tîr M’elayê topbarandin, piştre bi mûşekên feraxî heman dever bombebaran kirin.

Li gorî jêderine xwecihî ji bakurê Himsê, balafirên rêjîmê taxên sivîlan li Tîr Mvelayê bi hêmana Napalmê ya şewatkar topbarn kirin, di encamê de hejmarek ji sivîlan birîndar bûn û agirên mezin girtin malên welatiyan, hevdem bi êrîşên bi mûşekên feraxî û bombeyên goşeyî li ser heman taxan.

Heman jêderan diyar kirin ku, ne tenê Tîr M’ela rastî wan êrîşan hat, lê belê bajarokê Xento û gundê Ferhaniyê bi mûşekên feraxî hatin armanckirin, herweha rêjîm ji bargehên xwe li ketîbeya endazyeriya leşkerî Telbîsê, Risten û Ferhaniyê bi topên giran wêran kirin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات