Betalkirina civîna Encûmena Ewlehiyê ya taybet bi Sûriyê

Betalkirina civîna Encûmena Ewlehiyê ya taybet bi Sûriyê
Bîroya sekreterê giştî yê Netewên Yekbûyî (NYê) Ban Kî Mon ragihand ku, civîna awerte ya taybet bi rêkeftina agirbestê li Sûriyê hate betalkirin, bêyî ku ti hûrgiliyên bêhtir derbarê sedeman diyar bike.

Ji hêla xwe ve, nûnerê Rûsî li NYê Vîtalî Çûrkîn Waşinton bi betalkirina civînê tawanbar kir, û di daxuyaniyeke çapemenî de got ku, Amerîka naxwaze endamên Encûmenê bi belgeyên rêkeftinê agahdar bike, û ew nikarin ji endaman daxwaza piştgiriya rêkeftinekê bikin bêyî ku hûrgiliyên wê nas bikin.

Çûrkîn amaje kir ku, wezîrê derve yê Amerîkî Jon Kêrî giftûgo ligel Moskoyê dikir li ser daxwaza serok Barak Obama, û herdu alî bi hev re gihiştin îmzekirina rêkeftina agirbestê.

Nûnera Amerîkî li NYê Samansa Pawer daxuyaniyek belav kir, tê de got ku, bi sedema pêwariya awayekî bo agahdarkirina endamên Encûmena Ewlehiyê bi xalên rêkeftinê, civîna awerte hate betalkirin.

Hêjayî gotinê ye ku, Jon Kêrî û hemkarê wî Sêrgî Lavrov di 9ê vê meha Îlonê de rêkeftina agirbestê li Sûriyê îmze kirin, li ser bingeha domkirina wê 48 demjimêran, û ta niha pêkanîna wê berdewam e, lê hevrêzî di navbera Rûsya û Amerîkayê de heye da dest bi şerê rêxistina DAIŞê û Cebhet Fetih El-Şam (El-Nusra) bikin, bêyî ti amaje hebin li ser mîlîşyeyên tîreyî yên piştgiriya rêjîma Sûrî dikin, û ev yek bû cihê dilgiraniya rikberiya Sûrî derbarê rastiya agirbestê.

Li gorî rêkeftinê, dê di serî de karwanên alîkariyan derbasî deverên dorpêçkirî bibin, herweha pêkanîna operasyonên hevbeş ên Amerîkî-Rûsî li dijî rêxistinên terorîst ên ne di çarçoveya rêkeftina agirbestê de ne.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات