Vekişîna rêjîmê ji Medaya û Zebedanî û Hizbulah şûna wê digire

Vekişîna rêjîmê ji Medaya û Zebedanî û Hizbulah şûna wê digire
Hin çalakvanan ji gundewarê Şamê ragihandin ku, hêzên rêjîma Sûrî îro Şemiyê dest bi valakirina bargehên xwe li derodra bajarokên Medaya û Zebedanî kirin, piştî ku bi dehan ji çekdarên mîlîşyeyên Hizbulah hatin wan deveran û dê li wan bargehan bicih bibin.

Li gorî wan çalakvanan, hêzên rêjîmê bargehên xwe li çiyayê rojavayî yê Zebedanî ji 2 rojan ve vala kirine û hejmarek ji çekdarên Hizbulah şûna wan girtine û dest bi asêkirina xalên xwe kirin.

Ji hêla xwe ve, hin alavên çapemeniya Libnanî agahiya vekişîna rêjîmê tekez kirin, û li gorî rojnameya El-Nehar ku çekdarên Hizbulah hin xalên nû bo xwe li derdora Medaya û Zebedanî ava dikin û li wan xalan bicih bûne.

Heman rojnameyê diyar kir ku, rêjîm lîsteyekê bi navên malbatên çekdarên di çarçoveya mîlîşyeyên berevaniya niştimanî de amade dike, da berê wan malbatan bide bajarê Edra li gundewarê Şamê.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات