Bandorên cengê li ser geşpêdana Sûriyê û welatên derdora wê

Bandorên cengê li ser geşpêdana Sûriyê û welatên derdora wê
Fonda Diravî ya Navwelatî (IMF) roja Înê lêkolîna xwe derbarê dijberiyê û bandorên wê li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê belav kir, tê de diyar kir ku, ceng li wan deveran ziynê ne tenê li welatên ku li wan diqewimin dike, lê belê li welatên derdorê jî, bitaybetî yên pêşwaziya koçberan kirine.

Li gorî lêkolîna dezgeha navwelatî, kêmbûna rêjeya berhemên aborî yên Sûriyê, Yemen û Lîbyayê gihiştiye asteke bilind.

Li Sûriyê rêjeya berhema xwecihî daketiye nîvê rêjeya normal a ku beriya krîzê bû, û ev yek bandoreke yekser li ser geşpêdana vî welatî kiriye û bobelateke aborî li wir afirandiye.

Sedema din a ku lêkolîn diyar dike, koçberiya bêhtirî nîvê miletê Sûrî ye, 6600000 penaber di hundir de, û bêhtirî 5 milyonî koçberî welatên derve bûne, û ev diyarde sedema zêdebûna belengazî û bêkariyê ye, herweha dûrbûna ji xwendinê, û gelek ji wan karmend û karkeran zîrek û jêhatî ne, lê li welatên derve nikarin karê xwe bikin.

Welatên derdora Sûriyê yên pêşwaziya penaberan kirin rastî fişareke aborî hatin, berovajî Ewropayê ya ku bandoreke erênî li wê bû bi hatina koçberan.

Li Libnanê weke mînak, pêşbirk li ser karê ne fermî di navbera penaberên Sûrî de çê dibe, û ev yek mûçeyan kêm dike û wisa fişar li ser xizmetguzariyên giştî tête kirin, weke tendirustî, xwendin, perwerde û geştguzariyê.

Li gorî encam û serjimar ên lêkolînê, rêjeya ziyanan li ser jêrxaneya Sûriyê gihiştiye 137 milyar dolar, û wisa meznahiya bazirganiyê qels bûye û berhemên welatên derdorê kêmtir bûne.

Derbarê çareserî û pêşinyarên ku lêkolîna fonda navwelatî pêşkêş kirine, di serî de ji welatên xwedî biryar daxwaz kir da pereyan bo parastina mirovan û pêkanîna pêdiviyên wan yên sereke xerç bikin, bi şêweyên cûr bi cûr, mîna zêdekirina alîkariyên mirovane bo deverên şer li wan diqewimin, û piştgiriya darayî bo welatên derdora wan, herweha parastina saziyên dewletê ji rûxandinê, da piştî rawestandina şer bo kar amade bin.

Lê di berdewamiya cengê de li welatekî mîna Sûriyê ku ti derfetên berbiçav ji çareseriyê re ne diyar in, dibe ku lihevkirina siyasî di navbera piştgirên layanên dijberiyê de tenê hêviyekê li cem welatiyên Sûrî biafireîne, bêyî wê şer dom dike û pêşeroj wenda dibe...

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات