YPG nasnameyên şervanên xwe yên di şerê Şedadî pakrewan bûne eşkere kirin

YPG nasnameyên şervanên xwe yên di şerê Şedadî pakrewan bûne eşkere kirin

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel YPGê daxuyaniyek libarê şerê 3 rojan ê dijî DAIŞê li başûrê Şedadî rû dabû belav kir û tê de, nasnameyên 13 şervanên xwe yên  jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir.

YPG di daxuyaniya xwe de diyar kir, ku li başûrê gundê Azawî yê girêdayî Şedadî,  di roja 11ê Îlonê de şer di navbera şervanên YPG/YPJê û terorîstên DAIŞê de destpêkir û 3 rojan bê navber berdewam kir û got, ku û di wî şerî de şervanên wan bersivek tund daye terorîstên DAIŞê. 

Navendê di daxuyaniya xwe de got, ku di wî şerî de 13 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane û nasnameyên wan eşker kirin. Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin a YPGê navên wan şervanan ev in: Dîrok Baran (Bêrîvan Amed), Şivan Henan (Şivan Hesekê), Ayaz Burumtekin (Cûdî Yilmaz), Mahmud Kemal Ezo (Delîl Cûdî), Delîl Ehmed (Sebrî Hemze), Umit Ok (Seydo Koçer), Mesûd Sadî (Ceger Sadî), Mihemed Henan (Serhad Efrîn), Yasir El Husên (Rêber Hesekê), Şahîn Yûnis (Şahîn Şiyar), Ehmed Sexir (Şêxo), Hisên Silêman (Hogir Hesekê), Ebdulrehman Elî (Botan Hesekê).

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات