Sarûxan: Kesên gireva biçîbûnê destpê kirine dê werin girtin

Sarûxan: Kesên gireva biçîbûnê destpê kirine dê werin girtin
Gireva biçîbûna ya serkirede û alîkgirên ENKSê ket roja pêncan û îro xwecehiya Çil Axa û ya Serêkaniyê jî tevlî vê çalakiyê bûn û dest bi gireva birçîbûnê kirin, ji hêla xwe ve Berpirsê desteya berevaniyê ya rêvberiya xweserî Ebdulkerîm Sarûxan ragihand ku dê ew endamên ENKSê yên gireva biçîbûnê lidarxistine girtin bidin.

Sarûxan di daxuiyaniyekê de ragihand ku beşeke ji kesên girevba birçîbûnê lidarxistine bi rêxistin û partiyên siyasî yên Kurdî ku di bin siya Îtalafa Sûrî de kar dikin girêdayî ne û helwestên Îtîlafê ji rêveberiya xweser zelal in û ew li dijî projeya fedralîzmê kar dikin.

Herwisa Sarûxan da zanîn ku kesên gireva biçîbûnê, xwepêşandan û mangirtinan lidarbixin dê rastî qanûna rêveberiya xweserî bên û werin cezakirin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات