Şandeyeke ENKSê seredana Holendayê dike

Şandeyeke ENKSê seredana Holendayê dike
Duh roja pêncşemê, wezîrê derva yê Holandayê Bêrt Kondêrz bi vexwendineke fermî pêşwaziya şanda Encûmena Niştimanî ya Kurd ENKSê bi serokatiya Ibrahîm Biro kir.

Di hevdîtinê de Şanda ENKSê behsa rewşa Sûriyê bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî kirin, herwiha Kiryarên PYDê di derheqê Endamên ENKSê de, û tekezî li ser vegera Pêşmergeyên Roj ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê hate kirin.

Ji aliyê xwe ve wezîrê derva yê Holandayê Bêrt Kondêrz li ser berdewamiya peywendiyên wan bi ENKSê re û pêşkêşkirina alîkariyan ji Rojavayê Kurdistanê re tekez kir.

Şandeya ENKSê ji Ibrahîm Biro û Kamîran Haco pêk dihat.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات