Pentagon: Me hay ji bilindkirina ala Amerîkî li Til Ebyedê tune ye

Pentagon: Me hay ji bilindkirina ala Amerîkî li Til Ebyedê tune ye

Li gel kontrolkirina Artêşa Azad bi piştevaniya Tirkiyê ji bajarê Cerablusê re hate diyar kirin ku Hêzên Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê dê bingeheke leşkerî li bajarê Til Ebyedê ava bike lewma hi wêne belav bûn û têde hate xuya kirin bê çawa ala Amerîkî li Til Ebyedê bilind bûye.

Jêderên leşkerî ji navçeyê diyar kirin ku hêzeke Amerîkî gihîşte bajarê Til Ebyedê û ji wê de berê xwe da gundê Minbetih, herwiha wê hêza Amerîkî alaya welatê xwe li ser avahiya Postê û deriyê sînorî yê ligel Tirkiyê û 4 pêgehên din li gundê Minbetihê bilidn kiriye, û ew hêz ji 15 otomobîlên leşkerî pêk dihat, û hemû jî helgirên çekên giran bûn.

Li gorî hate ragihandin ku armanc ji rakirina wê ala Amerîkî da ku Tirkiyê zanibe ku hêzeke Amerîkî li wê deverê heye, li hêleke din hate ragihandin ku armanc ji hebûna hêza Amerîkî li Til Ebyedê ewe çavdêrî li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê were kirin

Lê belê medyaya Tirkiyê bilez belav kir ku, Partiya Yekîtiya Demokratrîk PYD ji serê xwe ew ala Amerîkî bilind kirine, da nameyekê ji Tirkiyê re rêkin ku ev navçe ya Amerîka ye

Ji aliyê xwe ve wezareta berevaniya Amerîkî di kongirekî rojnemevanî de aşkere kir ku haya wan ji bilindkirina ala welatê wan li bakurê Sûriyê tine ye, û li gorî gotina wan eger tiştekî wisa hebe dê bidin dû û ligel hevkarn xwe hevdîtinan bikin da sedemê nas bikin û mebesta Pentagonê ji hevkarên xwe ewin Hêzên Sûriya Demoqratî e.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات