Di berdewamiya pêkanîna agirbestê li parêzgeha Quneyterayê, îro Înê hêzên rêjîma Sûrî û berên rikberiyê operasyona veguheztina hejmarek ji termên kultiyên xwe lidar xistin, bi serpiriştiya rêxistina Heyva Sor a Sûrî.
Li gorî hin çalakvanan ji Quneyterayê, veguheztina terman ji doh êvarê ve destpê kir, û 3ê term ên çekdarên rikber bi 3ê yên leşkerên rêjîmê hatin veguheztin, û ev operasyon li bajarokê Cibasayê bi serpiriştiya Heyva Sor a Sûrî pêk hat.
Hêjayî gotinê ye ku, agirbest li parêzgeha Quneyterayê hêj nehatiye şikandin û herdu aliyên dijber li wir bi pêkanîna wê ta niha derbestdar in, û li gorî texmînan dê geşteke din ji veguheztina termên leşkerên rêjîmê bi serbestberdana girtiyên rikberiyê bête lidarxistin.
التعليقات (0)