Civîneke awerte ya Encûmena Ewlehiya Navwelatî taybet bi Sûriyê

Civîneke awerte ya Encûmena Ewlehiya Navwelatî taybet bi Sûriyê
Encûmena Ewlehiya navwelatî îro Înê civîneke awerte taybet bi rêkeftina agirbestê li Sûriyê ya ku ji hêla Rûsya û Amerîkayê ve hatiye ragihandin lidar dixe, û Mosko daxwaza piştgiriya wê rêkeftinê dike.

Li gorî jêderine ji Encûmenê, dê civînek girtî îro êvarê lidar bikeve, û dê endamên beşdar li ser bendên rêkeftina agirbestê û awayên gihandina alîkariyên mirovane bo bajarê Helebê gotûbêj bikin, herweha lêdanên li dijî rêxistinên terorîst di hundirê Sûriyê de.

Hêjayî gotinê ye ku, Rûsya dixwaze ku Encûmena Ewlehî piştgiriya rêkeftinê bike, lê Frensa û hin welatên din daxwaza nasîna hûrguliyên bêhtir derbarê pêkanîna wê rêkeftinê kirin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات