Encûmena damezrêner a sîstema Federaliya Rojava-Bakurê Sûriyê ragihand ku, ew amade ne da dest bi sîstemê bi şêweyekî fermî bikin û hilbijartinên giştî lidar bixin.
Li gorî texmînên endamên encûmena damezrêner, dê di destpêka Cotmeha bê de federalî bête ragihandin, piştî ku amadekariya peymana civakî û gotûbêjkirina wê bidawî bû, herweha dê di heyama 6 mehan de hilbijartinên giştî lidar bikevin, û wan nimûneya federaliya Swîsrayê di sîstema xwe de bikar anîne, jiber ew federaliya herî serkeftî ye seranserî cîhanê.
Ji hêla xwe ve, hevserokê encêmenê Mensûr Selûm ji çapemeniyê re diyar kir ku, ew qet desthilateke navendî li Sûriyê napejirînin, çimkî ew bû sedema azara milet bi dehên salan, armanca wan avakirina sîstemeke demokratîk ku bingeha wê biratiya gelan be, û dê sînorên Sayks-Pîkot bêtin şikandin û êdî civakeke aştiyane li Rojava çê bibe.
التعليقات (0)