Rêjîm agirbestê li taxa Cober li Şamê binpê dike

Rêjîm agirbestê li taxa Cober li Şamê binpê dike
Şer û pevçûn ên tund di navbera hêzên rêjîma Sûrî û berên rikberiyê de îro Înê li ser gelek aliyan li taxa Cober li bajarê Şamê rû dan, dema rêjîm hewl da ku hin avahiyan li wê deverê kontrol bike û çekdarên rikber bersiva wan dan.

Li gorî jêderine meydanî ji Şamê, hêzên rêjîmê ji aliyê başûrê taxê derbas bûn da hin avahiyan li wir kontrol bikin, û rewşa aramiyê bi sedema agirbestê keysbaz kirin, lê çekdarên rikberiyê rastî hewldana wan hatin û pevçûnên tund di navbera herdu aliyan de qewimîn.

Heman jêderan diyar kirin ku, pevçûn çend demjimêran dom kirin, bêyî ku hêzên êrîşker bikarîbin bi pêş ve biçin, lewra rêjîm bi mûşekên zemîn-zemîn û avêjtokên tankan ew dever topbarand, di encamê de hejmarek ji çekdarên rikberiyê birîndar bûn.

Ji hêla xwe ve, alavên ragihandinê yên rêjîmê berên rikberiyê bi şikandina agirbestê li taxa Cober tawanbar kirin, û got ku êrîşa hêzên wan bersivek bû li ser hewldana çekdarên rikber bo kontrolkirina xalên nû li heman taxê.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات