Komisyona Neteweyên Yekbûyî ya penaberan îro Pêncşemê ragihand, ku bêhtir ji nîvê zarok û temenbiçûkên penaber li seranserî cîhanê ji xwendinê bêpar mane, û eşkere kir ku hejmara wan dora 3.7 milyon e.
Ji 6 milyon penaberên di temenê xwendinê de, 1.75 milyon zarok ji xwendina seretayî bêpar in û 1.95 milyon temenbiçûk jî naçin dibistanên bilind. Li vê barê, komîserê NYê yê karûbarên penaberan Fîlîpo Grandî di daxuyaniyekê de got:’’Ew jibo milyonên zarokên penaber krîzek e’’.
Grandî herweha got, ku perwerdekirina penaberan tê serguhkirin û doz li welatên, ku dê di lûtkeya Neteweyên Yekbûyî de ya libarê krîza penaberan, hefteya pêş beşdar bibin kir, ku perwerdekirina wan zarokan handan bikin û tekez kir, ku divê ne tenê li ser pêdiviyên mayînê were rawestandin û weha domand:’’ Perwede rê liber penaberan diveke, da pêşerojeke baş li welatên li wan dimînin û herweha li welatên xwe, piştî vegerê bidest bixin’’.
Bêhtir ji 3.7 milyon zarok û temenbiçûk ên penaber, ku ji xwendinê bêpar in li welatên Libnan, Tirkiyê, Pakistan, Çad, Komara Kongo, Etyûpya û Kenyayê dimînin û li gorî rapora komisyonê, li Tirkiyê tenê bêhtir ji 2.7 milyon penaberên Sûrî bicih dibin, ji wan dora 39% ji xwendinê bêpar in. Ew rêje li Libnanê jî digihêje dora 40%, û bi giştî dora 900 hezar penaberên Sûrî yên di temenê xwendinê de, jê bêpar in.
التعليقات (0)