Dîmistûra rêjîmê bi astengkirina derbaskirina alîkariyan tawanbar dike

Dîmistûra rêjîmê bi astengkirina derbaskirina alîkariyan tawanbar dike

Şandeyê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê Stêfan Dîmistûra îro Pêncşemê rêjîma Sûrî bi astengkirina derbaskirina alîkariyên mirovahî, ku plankirîbû bi hesanî werine veguheztin tawanbar kir.

Dîmistûra li vê barê li Cinêvê ji rojnamevanan re got:’’ Dihate pêşbînkirin, ku hikûmet, ez careke din dubare dikim, hikûmet destûrnameyan bo hesanîkirina derbaskirina alîkariyan derxe, lê ew nehaine derxistin’’. Wî weha domand:’’ nederxistina wan destûrnameyan dilsariyeke mezin e’’.

Berpirsê navnetewî herweha got, ku tundî ji dema ragihandina rêkeftina Rûsî-Amerîkî ve gelekî kêm bûye, lê texmînên rawestandina ’’kiriyarên şer’’ piştî 5 salan ji şer ne gengaz be. 

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات