Berpirsên Amerîkî: Rêkeftina ligel Rûsyayê rola Amerîkayê qels dike

Berpirsên Amerîkî: Rêkeftina ligel Rûsyayê rola Amerîkayê qels dike

Rêkeftina agirbestê li Sûriyê ya ku ji hêla Amerîka û Rûsyayê ve hatibû ragihandin bû sedema nakokoyî û aloziyê di navbera herdu raydarên Amerîkî de weîzrê derve Con Kêrî ku weke serkêşê sereke ye ji agirbestê re herwiha yê berevaniyê Aşton Karter.

Aşton Karter û li gorî rojnameya New York Times yek ji berpirsên Amerîkî ye ku li dijî wê rêkeftina di navbera Waşinton û Mosko de bû, û ew redkirina xwe di heyama hevdîtineke Sikaype di ligel Con Kêrî ku ji Cinêvê diaxifî diyar kir.

Li gorî heman rojnameyê tevî razîbûna serokê Amerîkî Barak Obama ji heman rêkeftinê lê belê Aşton Karter ligel hin berpisên Pentagonê baweriya wan bi Mosko û bendên Rêkeftinê nayê, û herwiha helwesta wan derbarê wê yekê nayê guhertinز

Yek ji wan sedemên aloziya di navbera Kêrî û hin berpisrên Amerîkî di pêşiya wan de Karter ewe benda ku dibêje eger pilana agirbestê hefteyekê berdewam kir dê jinû ve Amerîkayê êrkê li ser xwe libarê wê agirbestê pêk bîne, û ew erk li gorî agahiyan ku piştî hefteyekê dê Amerîka û Rûsya zaniyarên hevbeş bihev re derbarê şerê terorê li Sûriyê veguhêzin, ew yek ji xwe bi tundî ji hêla hin berpirsên Amerîkî ve hate şermezarkirin, ji ber û li gorî gotina wan dê rola Waşintonê di Sûriyê de pir qels bibe lihimber rola Moskoyê, û wiha dê serkeftineke nû ji Rûsiya re were îmzekirin.

Ew nerazîbûna Amerîkî li ser wê rêkeftinê bi şêweyekî din hate diyar kirin, dema ku berdevkê bi navê Koşka Sipî Çoş Arnêst di rêya daxuyaniyekê re diyar kir ku pir sedem hene ku nebawerî bi niyeta Rûsya libarê pêkanîna agirbestê li Sûriyê bê, û ew yek dibe asteng li pêş tevlîbûna Amerîka di bendên heman rêkeftinê de.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات