Amerîka pêşwaziya 110000 penaberî di sala 2017an de dike

Amerîka pêşwaziya 110000 penaberî di sala 2017an de dike
Beriya hefteyekê ji lidarxistina civîna Netewên Yekbûyî (NYê) derbarê krîza penaberan, hikûmeta Amerîkî ragihand ku ew ê pêşwaziya 110000 koçberî di sala 2017an de bike.

Di kongirekî çapemenî de, berdevkê Koşka Spî Joş Arnist diyar kir ku, armanca welatê wî bêhtirkirina hejmara koçberan di sala bê de bi rêjeya 30%, û dê 40000 ji wan koçberan ji Rojhilata Navîn bin, bitaybetî Sûriyê û başûrê Asyayê.

Arnist amaje kir ku, serokê Amerîkî Barak Obama guhdanê bi ewlehiya neteweyî dike, lewra dê kesên derbasî Amerîkayê bibin rastî kiryarên pişkinîn û çavdêriyê bên, û lêkolîneke berfireh li ser daxwaznameyên penaberiyê bêtin kirin.

Hêjayî gotinê ye ku, dê NYê di 19ê vê meha Îlonê de li Nyûyorkê civînekê derbarê krîza koçberiyê û penaberan lidar bixe, piştre konfirenseke taybet bi "welatên xêrkar" bi serokatiya Obama lidar bikeve.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات