Li gorî jêderine xwecihî ji derdora Hesekê, pevçûn li derdora Mergedayê di rojevê de destpê kirine, bitaybetî ji aliyê Xabûrê ve, lê daxuyaniya fermî hêj der neketiye.
Ji hêleke din ve, hin çalakvanan ragihandin ku, berên rikberiyê di operasyona "mertala Ferat" de û hêzên Tirkî amadekariya şerê kontrolkirina bajarê Babê dikin, da rêxistina DAIŞê ji wir der bixin, û ev agahî ji hêla jêderekî leşkerî rikber ve hate tekezkirin, û çekdarên rêxistinê bargehên xwe li bajêr vala dikin û berê xwe didin bajarokên Xefsê û Meskenê li nêzî çemê Feratê.
Hêjayî gotinê ye ku, berên "mertala Ferat" kontrolkirina xwe li ser tevahiya devera di navbera başûrê Ra’î û Babê de ragihandin, û ji nişteciyên wan deveran xwestin ku ji malên xwe bi şêweyekî demkî der bikevin.
التعليقات (0)