Sebra gumanê ji berdewamiya agirbestê li Sûriyê dike

Sebra gumanê ji berdewamiya agirbestê li Sûriyê dike
Endamê desteya bilind a giftûgoyan a rikberiya Sûrî Corc Sebra gumanên xwe derbarê domkirina agirbestê li Sûriyê aşkere kirin û got ew ê weke hemû caran bête binpêkirin.

Di daxuyaniyeke çapemenî de, Sebra diyar kir ku, hêj rêjîm dixwaze kontrola derbaskirina alîkariyên mirovane bo Helebê bike, û ev yek dibe astengî bo vê babetê.

Rikberê Sûrî amaje kir ku, hêj dem zû ye bo domkirina giftûgoyên Cinêvê, çimkî mijar ne tenê derbaskirina alîkariyan e, yên ku di çarçoveya bendên mirovane de ji hêla Netewên Yekbûyî (NYê) ve hatine pejirandin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات