Tevî agirbestê çekdarên rikberiyê êrîşî Ceyş El-Siwar li bakurê Helebê dikin

Tevî agirbestê çekdarên rikberiyê êrîşî Ceyş El-Siwar li bakurê Helebê dikin
Piştî rêkeftina agirbestê ji hêla Amerîka û Rûsyayê ve, berên rikberiyê êrîşî xalên Ceyş El-Siwar li gundewarê bakurê Helebê kirin, tevî ku ew di çarçoveya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSDê) de ye û derbestdariya xwe bi agirbestê ragihandiye.

Li gorî jêderine meydanî ji ajansa Hawar re diyar kirin, hejmarek ji çekdarên rikberiyê di demeke dereng de ji şeva bihurî bi çekên giran êrîşî bargehên Ceyş El-Siwar û hin berên din li gundên Mer’enaz û Elqemiyê li bakurê Helebê kirin, û êrîşên wan ji bajarê Izazê destpê kirin, û ta sibehê topbarana wan dom kir, û gelek ziyan li mal û semiyan ên welatiyên herdu gundan kirin.

Jêderekî ji Ceyş El-Siwar amaje kir ku, çekdarên rikberiyê li bajarê Izazê ligel ên Cebhet Fetih El-Şam (El-Nusra) rewşa agirbestê keysbaz dikin û amadekariyên êrîşan li ser HSDê li bakurê Helebê dikin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات