Piştî DAIŞê Kurd û Tirk ?

Piştî DAIŞê Kurd û Tirk ?

Hin bi hin dixuye, ku tunekirina DAIŞê ya terorîst ketîye qonaxên xwe yîn dawî de û vê yekê hiştiye, ku Tirkiyê bi rengekî leşkerî derbasî herêma kurdî li Sûriyê bibe, da ku Birayên Misilman (Ixwan el musilmîn) û cebhet El nusra şûna DAIŞê ya a terorîst bigrin, da ku şer li dijî Kurdan dest pê bike, digel ku gelek berpirsên Amerîkî ragihandin ku, Tirkiyê DAIŞê derbasî Sûriyê dike û bi wan re alîkar e, lê hêj ew ne rawistyaye di vê polîtîkya xwe de. 

Jibo berjewendiyên dewletên desthilatdar, her tişt têne guhertin, soz, hevpeymanî, nexşe û car - carnia hinek bûyer jî , ji nişkave der dikevin û têne holê, her tiştên ku li ser maseyên dewletan diguhere, weke derbasbûna leşkerên Tirkiyê li Cerablisê. Vê yekê hiştîye, ku nakokî di herêmê de têkeve navbra Rûs û Amerîkiyan de, û rikberiyeke olî di orta welatê Si’ûdyê û Îranê de xurt bibe û (Teyar El xed EL SûRî ) ya opozîsyonê têkeve hevpeyamnê bi Rêveberiya Xweser re, ku partiya PYDê berdevkaya wê dike. 

Van tiştan hişt, ku hemû kaxez li nav hev bikevin, li aliyekî din xwestina welatê Keneda ji pêşwaziîkirina 6000 penaberên Sûrî re, ku wan bibin cem xwe, ev tişt dihêle ku metirsiyek jibo dirêjkirina astengiya, ku şoreşa Sûrî têde ye. Tayên lîstika dewletên hevpeymanî û (dilbijandina) Tirkiyê ji Sûriyê re bi rengekî zelal û ji ber xwe ve tê eşkerekirin. Wisa tê xuyakirin ku Îsraîl bi dizîka Runahiya kesk jê re vêxistîye, bo wilo jî Tirkiyê şerê xwe li dijî Kurdan eşkere dike da ku ti herêmên din ji Kurdan re di Sûrî de çê nebin û ev armancaa wê ye, û ji zû ve di herêmê de destnîşan dike, tevî ku partiya PYDê dibêje ku avakirina dewleteke Kurdî di ra û tevdîrên wê de tune ye, lê li gel vê yekê jî Tirkiyê şerê Kurdan dike û dixwaze mafên wan ê netewî tune bike. Wê her tişt di pêşerojê de bête zelakirin, ku piştî tunekirina DAIŞê wê şer di navbera Tirkiyê û Kurdan de bi tundî darkeve.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات