Li Bakurê Sûriyê şerê paran di be!

Li Bakurê Sûriyê şerê paran di be!

Herdû welatên alîgir Tirkiyê û Amerîka yên ku ji dawiya şerê cîhanê yê duyemîn û pêve, têkilî û hevbendiyek kûr û demdirêj dest pê kiribûn, cara yekemîn e, ku asta nakokî û nelihevkirinê di navberî wan de kûr dibe. Yek ji sedemên wê aloziya ku her diçe kûrtir dibe, piştgiriya Amerîka ji hêzên Kurdî û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSDê) re ye. 

Di dema ku Tirkiyê van hêzan weke terorîst û şaxên PKK1 binav dike û ji koalîsyona bi serkêşiya Amerîka dixwaze ku alîkariya wan rawestîne û dest jî ji wan berde, berpisên Amerîkî pesin û fêdekariya Kurdan li hember terorê tînin ziman û gelek caran dijêjin, ku hevrêziya wan bi hêzên Kurdî re berdewame. Ji lew re û bi tevî ku Tirkiyê endameke hêzdar di NATOyê de ye û weke polîsa wê hevbendiyê li Herêma Rojhilata Navîn kar dike û roleke girîng di hemû kêşe û pirsgirêkên herêmê de dilîze. Amerîka û Ewropa bi ya wê nakin û di têkiliyên xwe yên bi hêzên Kurdî re berdewam in. 

Gelek nakokî û dijayetî di navberî Tirliyê û alîgirên wê yên welatên Rojava derketin û carna dihate mêjiyê mirov ku têkîliyên wan di astên qutbûnê de ne, ji ber nêzikatî û destêwerdana Tirkiyê di bûyerên Sûriyê de, û bi taybet bikaranîna kêşeya koçberan bi rengê xûkxwaziyê li hember Ewropa, û herwiha helwesta wê ya ne dirist li hember DAIŞê ku carina wek alîgir dihate tewanbarkirin, û bêguman ji ber dijberiya wê bi hêzên Kurdî re, ên ku şerekî serkeftî li dij terorê dikin, hişt bawerî di navberî Tirkiyê û alîgirên wê yên Ewropî û Amerîkî de lawaz be. Li aliyekî ne baweriya bi van welatan re û li aliyê din dijberiya ku di encama xistina firokeya SU24 de bi Rûsya re rû da, tecrîdeke navnetewî û herêmî li ser Tirkiyê ava kir û pêşeroja wê berve parçebûnê ve diber. 

Herçiqas Tirkiyê fişar li ser plan û stratejiyên Rûsya û Amerîka dikirin, çi bi rêya çekdarên girêdayî wê û çi jî bikaraîna tengezariya koçberan, hemû planên wê bi binketin û ew weke mirîşka serjêkirî li herêmê tev digeriya. Ji wê jî, di demên ku gav bi gav rêxistina DAIŞê ya terorîst têk diçe, û li tersî wê gav bi gav Kurdên dijmin rastiyeke nû û astengdar li dij Tirkiyê pêşdixin, ne tenê ew planên wê yên serweiya Suniyan li dij yên Şiîyan binpê dikin, lê Kurd bi xwe re parçekirina Tirkiyê jî derdixin holê û marekî ejderha ji xewê radikin. 

Ji lew re, êdî nerazîbûn û daxuyanî têrê nakin û gefên bê pratîk tiştekî naguherin, û li gor nerîna Tirkiyê diviyabû hêzên Tirkiyê yên ku bi rengekî veşartî gelek wendayî di şerê li hember Rêjîmê de li Helebê dabûn, rasterast derbasî nav şer bin û bi hemû giraniya xwe dakevin nav xaknigariya Cerablusê. Yan jî wê bêparî para wan be, û ew piştî wê nema dikarin ti gavan bavêjin. 

Di civîna Erdogan û Obama ya li Waşintonê de lihevkirinek derbarê avakirina herêmeke ewle ji Cerablusê ta Izazê hatibû erêkirin, û parek ji grûpên opozîsyonê yên girêdayî Tirkiyê jibo kontrolkirina wan deveran hatibûn amadekirin. Tirkiyê diyar dike, ku ew dixwaze herêmeke bê çek ava bike, ku hêjmarekê ji koçberên Sûriyê li wir bicih bike û herwiha şerê terorê bike û wan ji sînorê xwe dûrxe. Lê, pirsgirêka mezin ew e ku terorîstên lîsteya Tirkiyê ne wek yên lîsteya Amerîka ne, an jî hin endamên lîsteya Tirkiyê cuda ne ji yên lîsteya Amerîka. Lewma, nakokî di navberî herdû welatan de rû didin. 

Bi derbasbûna xwe ya Bakurê Sûriyê, Tirkiyê tenê hêzên Kurdî armanc dike û hewl dide, hemû plan û gavên ku Kurdan li Sûriyê bi bidest xistine birûxîne. Di serî de sîstema federal a di amadekariyên xwe de ye, xewnên Tirkiyê pir tahil dikin û mêjiyê wê li bin guhê hev dixe. Lewre, ew bi destwerdana Cerablusê dixwaze rê li pêşiya vê federalîzmê qut bike û wê tar û mar bike. Lê helwesta Amerîka li dij vê yekê ye, û li gor wê hêzên Kurd tenê dikarin DAIŞê têk bibin û tenê cihê baweriyê ne, ji lew re, şere Tirkiyê li hember wan xebata navnetewî li dij terorê asteng û lawaz dike. 

Encamên tevger û tevleheviyê ku me anîn ziman li gor nerîna min û bi şopandina pêşveçûn û guhertinên rojane yên siyasî û leşkerî pêk tên, wê bi vî awayî bin; kontrola Tirkiyê li Rojavayê Ferat wê deme bike û dirêj be û ne dûr e, ku lihevkirinek herêmî –navnetewî desteserkirina deverên Rojavayê Feratê bixe bazirganiyê li hember proseya aştiyê di navbera PKKê û Tirkiyê de, li aliyekî û peçrandina federaliya Bakurê Sûriyê di Rojhilatê Feratê de li aliyê din û bi vî awayî Amerîka û Kurd li Rojhilatê Feratê bipar dibin, Tirkiyê û opozîsyona girêdayî wê Rojavayê Feratê kontrol dikin, Rûsya, Rêjîm û Îranê jî Sûriya kêrhatî garantî dikin, û dibe ku Urdun û welatên Erebî yên dîtir jî li Başûrê welêt hin karan bikin. 

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات