Dostên PYDê, paşeroja PYDê

Dostên PYDê, paşeroja PYDê
Çi mirov bin, çi jî dewlet bê dostên baş dirêj najîn, nemaze dewlet û deshelat. Ji deshilatê tê xwestin pêdiviyên rojane yên jiyana rojane boyî xelkê peyda bike, ew pêdivî jî bi rêya dostan an jî bi rêya têkiliyên navdewletî û berjewendiyane peyda dibin, eger deshilat nikaribe wê yekê bike, naxwe ne deshilateke serkeftî ye, û dê nikaribe dirêj bijî.

Gel ne tenê bi nan û av, şekir û bacanên sor dijîn, ango ne tenê bi pêdiviyên rojane dijîn, belê bê parastina mafê mirovan, aramî û ewlekarî nikarin bijîn. Bi wateyek din, gel bi nan û avê, bi aramî û ewlekaryê, û bi mafê mirov û demokratiyê dijîn.

Li rojavayê Kurdistanê, deshilata Pyd nerewa ye, ne di rêya hilbijartin û dengdanê bûye deshilat, belê deshilata tiving û siloganan e, deshilata kadroyên PKKê û Qendîl e, û li Sûriye bê dost e, ji ber wê, bi texmîna min wê dirêj nejî û nikaribe berdewam bike. Lê taku rêjîm li Şamê deshilat be, wê PYDê jî herêmên Kurdî birêve bibe, û çi çaxa rêjîm birûxe, wê PYDê jî şeperze û winda bibe, çimkî PYDê dostek ava nekiriye, belê dijîtiya hemû alî û her kesî kiriye. Ev mijara gotara me ye.

Rêjîm nabe dost, û ta dawî wê deshilata PYDê qebûl neke, belê ji bo dirêjbûna temenê xwe herêm radestî PYDê kiriye. Her du sûdê ji hev dibînin. Jiyana herdu deshilatan li Qamişlo baştirîn nimûne ye.

Her du dewletên sînordaşên Rojavayê Kurdistanê jî ne dostên PYDê ne, Tirkiye û başûrê Kurdistanê, Pyd nikare veşêre ku baskê PKKê ye li Rojavayê Kurdistanê ye. Salih Mislim Hevserokê PYDê gelek caran çû ye serdana Tirkiye, lê nikarîbû têkiliyên baş ava bike, çimkî nikarîbû ji PKKê cuda bibe.

Bi başûrê Kurdistanê re jî PYDê nikarîbû têkiliyên baş û birayane ava bike, belê tim û tim pirsgirêk û nakokî derxistiye, tim egera şikestinên xwe dike sûncê başûrê Kurdistanê. Nimûne: bi buhaneya ku ala PDKê û Barzanî ye, PYDê li her derê êrîşî ala Kurdî dike, di wexta ku YNK û tevgera Goran eynî alê blind dikin.

Her wiha PYDê nikarîbû wek deshilat herêmên Kurdî bi aramî biparêze, şeva xedrê li Kobanî û teqîna Qamişlo wek Du nimûneyan. PYDê tim û tim pirsgirêkên navxweyî derxistine. Komkujî pêk aniye, wek a Amûdê, zarokan boyî leşkeriya neçar direvîne, siyasetmedaran digre û direvîne, hinan bê heq dixe zindanan û hinan jî sirgun dike. Êrîşên li ser çalakvan û ala Kurdî û xwepêşandanên li dijî rêjîmê. Wate; gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ne dost û nerazî û ne jî piştgirê siyasetên PYDê yên şaş û çewte. Li rojên dawî, li Rojava û li Europa jî xelk daketin kolanan û rûxandina PYDê xwestin, piştî girtina gelek siyasetvanan. Gelek kes dipirsin; çima bi tenê siyasetvanên bi ser ENKS ve tên girtin.

Opozisyona Sûrî bi giştî li dijî PYDê ye. ji rojên pêşî yên şoreşa Sûrî ve PYDê dest bi şerê opozisyonê kiriye û dost ji xwe nehiştin. Ta bi Heyeta Tensîqê ya li gor pîvana rêjîmê dev ji hevalbendî û dostaniya PYDê berda.

PYDê bang li Heysem Menaa kir û ew wek hevserokê Sûriya Demuqrat destnîşan kir, lê di dûv re wî jî dev ji PYDê berda û navbera wan bû jahr û ziqûm. PYDê ji roja pêşî ve şerê ala şoreşê kiriye?

Hêzên curbecur ên li ser xakê şer dikin, hema hema hemû gefan li PYDê dixwin û wê bi ser rêjîmê ve dijmêrin, Tim û tim PYDê şerê Artêşa Azad a ku şerê rêjîmê dikir, kiriye. Jixwe ji bo Artêşa Azad komkujiya Amûdê pêk anî.

Emerîka, wek rêbera hêza hevalbendan a li dijî DAIŞê, PYDê û hêzên bi ser ve boyî berjewendiyên xwe bi kar tîne, daku hin serkeftinan bi dest bixe û rûyê xwe pê spî bike, naxwe ji ber wê alîkariyan dide Hêzên Sûriya Demokratîk, Bi texmîna min ew jî demikî ye, piştî ji nav birina DAIŞê wê êdî nema ji Emerîka re lazim be, jixwe Emerîka berjewendiyên xwe yên bi dewletan re, Tirkiye wek nimûne, wê neke bi qurbana PYDê,  Li dawiya dawî PYDê beşek ji Pkk ye, Emerîka vê baş dizane lê vedişêre, û PKKê di lîsta Emerîka ya terorê deye, çi çaxa bixwaze dikare PYDê jî bixe heman lîstê.

Li dawî, gelê Sûriye yê bi hemû rengên xwe gihaye wê baweriyê ku PYDê bi ser rêjîmê ve ye, PYDê dostek çê nekiriye, vêga wê çilo wek deshilat karibe bijî?

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات