Amerîka balafirxaneyeke leşkerî li Şedadê ava dike

Amerîka balafirxaneyeke leşkerî li Şedadê ava dike
Jêderên ji hêzên Sûriya demoqratîk ragihandin ku hêzên ِِAmerîkî dest bi avakirina balefirxaneyeke leşkerî li navçeya Şedadê ya li gundewarê Hesekê kirine.

Heman jêderan gotin ku 13 şêwermendên leşkerî yên Amerîkî beriya heyvekê seredana navçeya Şedadê kirin, û li gorî heman jêderan ku ji beriya hefteyekê ve hêzên Emerîkî dest bi avakirina balefirxaneyê kirine ,û tê zanîn jî ku derdora 50 ji leşkerên Amerîkî ku di nav wan de 7 serbazên pêlebilind hene li avahiyên Cibisa bi cih bûne.

Di heman demê de hin jêderên taybet ji derdora bajarê Rimêlan ji Orient News re diyar kirin ku duh danê êvarî firokeyeke Amerîkî dakete balefirxaneya Rimêlan ya leşkerî bê ku ti agahiyên zêdetir werin zanîn. 

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات