Yekîneyên rikberiya Sûriyê daxwaz ji Washingtonê dikin ku, Eniya Fetih El-Şam tevlî agirbestê bike.
Li gor ajansa Rueters ku, hin yekîneyên rikberiyê wek (Tevgera Ehrar El-Şam, Ceyş El-Islam, Tevgera Nûredîn El-Zenkî û Feyleq El-Şam) nameyek ji Washingtonê re şandine û tê de nivîsandine, ku pêwîst e rêkeftina Rûsî-Amerîka ya derbarê çareserkirina krîza Sûriyê de, Eniya Fetih El-Şam li xwe bigre, ji ber ku wê eniyê ti êrîş ji derveyî Sûriyê ve encam nedane.
Herwiha Yekîneyên navborî nerazîbûna xwe li ser xalên rêkeftinê nîşan dan û gotin ew xal derfetê dide rêjîma Sûriyê ku navçeyên leşkerî kontrol bike.
Li aliyekî din, wan yekîneyan pêşwazî li benda derbaskirina alîkariyên mirovî kirin û raghandin, ew amade ne ku hevkariyê digel rêxistinên navdewletî bikin û karmendên wan rêxistinan biparêzin.
التعليقات (0)