Yekîtiya Ewrûpî bang li endamên xwe dike da penaberan li xwe belav bikin

Yekîtiya Ewrûpî bang li endamên xwe dike da penaberan li xwe belav bikin
Berdevkê Komîseriya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî William Spindler di civîneke çapemeniyê ragihand ku welatên endamên Yekitiya Ewrûpayê di nava xwe li hev kirine ku penaberên li Yunanîstan û Îtalyayê, li welatên din yên endamên Yekîtiya Ewrûpayê bêne belavkirin. 

William Spindler destnîşan kir ku niha li Yunanîstan û Îtalyayê bi qasî 160 hezar penaber hene ku di nava 2 salên borî de divê li welatên din bihatana bicihkirin. Lê heta niha tenê 4 hezar 776 penaber li welatên ewrûpî hatine bicihkirin.

Spindler wiha got: ’Rayedarên yunan divê bi lez serlêdanên penaberan binirxînin û pêvajoya bicihkirina penaberan a li welatên din zêde bilezîne. Lewra zivistan tê û wê merc zehmet bibin.

Li hêleke din Hat ragihandin ku di 8 mehên dawî yên sala 2016an û heta niha zêdetirî 3 hezar penaber li Deryaya Navîn xeniqîne.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات