Greva birçîbûnê ya serkirdeyên ENKSê ket roja Sêyemîn

Greva birçîbûnê ya serkirdeyên ENKSê ket roja Sêyemîn
Endamên xwecihiya rojhliatî ya Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê (ENKSê) di greva birçîbûnê de bo piştgiriya girtiyên siyasî di zindanên Rêveberiya Xweser de bo roja sêyemîn berdewam in.

Kampanya grevê di sibeha roja Duşema bihurî de destpê kir, tê de endamên ENKSê û hin çalakvanên serbixwe li nivîsgeha xwecihiyê li taxa rojhilatê Qamişloyê beşdar in.

Li gorî hin kesên beşdar di grevê de, wan bo piştgiriya hevalên xwe di zindanên Asayîşê de û şermezarkirina kiryarên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYDê) ew grev lidar xistin, û tekez kirin ku ew ê di xebatên xwe yên sivîl de berdewam bin ta PYDê vegere li ser maseya Kurdî û dest ji wan kiryaran berde, li gorî peyva wan ji ragihandinê re.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات