Balafirên artêşa Amerîkî hejmarek ji lêdanên asîmanî li ser bargehên rêxistina DAIŞê li Îraqê pêk anîn, di encamê de kargeheke çêkirina çekên kîmawî hate rûxandin.
Li gorî daxuyaniya fermandariya navendî ya artêşa Amerîkî, agahiyên saloxgêrî gihîştine wan ku DAIŞ kargeheke çêkirina dermanan kiriye ya çekên kîmawî, lewra balafirên Amerîkî ew kargeh armanc kirin û bitevahî rûxandin.
Ji hêleke din ve, fermandariya Amerîkî diyar kir ku, Waşinton bi nêt e ku bingeha Qeyara li parêzgeha Nînewayê bike bargeha êrîşên asîmanî li dijî rêxistina DAIŞê, û hêzên asîmanî yên Amerîkî dê dest bi bikaranîna bingehê bikin dema ku hêzên ewlekariya Îraqî amade bin da dest bi operasyonên xwe di hundirê Mûsilê de bikin.
التعليقات (0)