Êrîşên balafirên Îsraîlî li ser xalên rêjîmê dubare dibin

Êrîşên balafirên Îsraîlî li ser xalên rêjîmê dubare dibin
Balafirên şer ên Îsraîlî di roja duyemîn de êrîşên xwe li ser xalên rêjîma Sûrî dom kirin, û bargeha Lîwayê 121 li bajarokê Kenakir li gundewarê rojavayê Şamê armanc kirin, herweha bingeha Ên El-Burc li nêzî keleha Cendel li çiyayê El-Şêx rastî heman êrîşan hat.

Li gorî alavên ragihandinê yên rêjîmê, di demeke dereng de ji şeva bihurî balafirên Îsraîlî avêjerên topan li Ên El-Burc topbarandin, û tenê topek hate rûxandin û yeke din ji kar der ket, li gorî wan alavan.

Ji hêla xwe ve, hin çalakvanan ji gundewarê Şamê ragihandin ku, firokeyên Îsraîlî derdora Lîwayê 121 bi çend êrîşên asîmanî armanc kirin, bêyî ku ti agahî libarê ziyanên canî bi dest bikevin.

Hêjayî gotinê ye ku, fermandariya artêşa rêjîmê gotibû ku, wan 2 firokeyên Îsraîlî li başûrê Sûriyê xistibûn, lê berdevkê wezareta berevaniyê ya Îsraîlî ew agahî derwandin û got ku wan hin xal li wê deverê armanc kirin û firoke bi saxlemî vegeriyan bingehên xwe.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات