Hêzên Sûriya Demikratîk şervanên Kurd ji Eyn Îsa vekişandin

Hêzên Sûriya Demikratîk şervanên Kurd ji Eyn Îsa vekişandin
Li bajarokê Eyn Îsa yê gundewarê Reqayê hate zanîn ku hêzên Sûriya demoqratîk şervanên xwe yên Kurd ji bajarokê derxistin û di şûna wan de şervanên Ereb bi cih kirin.

Li gorî hin jêderên xwecihî ku duh hêzên Sûriya demoqratîk şervanên xwe yên Kurd ku li bajarokê Eyn Îsa bi cih bibûn vekişandin bajarên Til Ebyed û Kobanî ,li gorî heman jêderan ku ev gava hêzên Sûriya demioqratîk hat piştî ku girûpeke leşkerî ya bi navê Seraya El Qadisiyê hate damezrandin û armanca wan jî da ku şerê hêzên Kurdî bikin û navçeyên ku hêzên Kurdî kontrol kirine vegerînin.

Beriya niha jî gelek aliyên rayedar ji Hêzên Sûriya Demikratîk û PYDê tekez kirin ku gava piştî Minbicê dê bajarê Reqayê be û li gorî  jêderên xwecihî ji Kobanî ku welatî razî nabin bajarê Reqayê yê " Erebî " bi xwîna şervanên Kurd rizgar bibe.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات