Bo çavdêrkirina agirbestê Rûsya leşkerên xwe li ser rêya Kastîlo belav dike

Bo çavdêrkirina agirbestê Rûsya leşkerên xwe li ser rêya Kastîlo belav dike

Wezareta bervaniyê ya Rûsyayê îro Sêşemê ragihand, ku wan hejmareke leşkerên xwe li dergehê Helebê yê bakur belav kirine, da çavdêriya pêkanîna agirbestê di navbera berên rikberiyê û rêjîmê de bikin û bi wê yekê rê li ber derbaskirina alîkariyan bo taxên dorpêçkirî vekin.

Li vê barê jêderên xwecihî gotin, ku Rûsyayê leşkerin xwe li ser rêya Kastîlo ya stratejîk li nêzê dergehê Hekebê yê bakur belav kirine. Hevdem li gorî heman jêderan, rêjîmê jî dest bi kişandina leşkerên xwe ji ser rê ber bi keviyan ve kirine. Armanc ji vê yekê ew e, ku hêzên rêjîmê ber bi zeviyên Melah ve vekişin û şûnde, birêvebirina rêya Kastîlo dê têkeve destên Rûsyayê de

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات