Almanya: Bi gumanbariya endamtiya DAIŞê 3 welatiyên Sûrî hatin binçavkirin

Almanya: Bi gumanbariya endamtiya DAIŞê 3 welatiyên Sûrî hatin binçavkirin

Polîsên federal ên Almanî îro Sêşemê ragihandin, ku di çarçoveya operasyona dijî trorê de, wan 3 welatiyên Sûrî bi gumanbariya endamtiya DAIŞê binçav kirine.

Nivîsgeha polîsên federal di daxuyaniyekê de, ku alavên çapemeniyê weşandine de got:’’ Polîs 6 bargeh li 2 wilayetên Almanî dorpêç kirin û di pêvajoyê de, 3 kesên Sûrî li wilayeta Şlêzvig Holştayn a bakurê welêt binçav kirin’’.

Di daxuyaniyê de herweha hate gotin, ku temênên kesên hatine binçavkirin di navera 17 û 26 salan de ne, û ew bixwe di dawiya sala bûrî de derbasî Almanyayê bûne. 

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات