Lavrov ji Hevpeymaniyê dixwaze bargehên Fetih El Şam bombebaran bike

Lavrov ji Hevpeymaniyê dixwaze bargehên Fetih El Şam bombebaran bike

Wezîrê derve yê Rûsyayê Sêrgêy Lavro îro Sêşemê ji Hevpeymaniya Navwelatî kir, ku "Cebhet Fetih El Şam’’ a ku weke El Nusra dihate naskirin, tevî guhertina navê wê weke rêxistineke terorîst bide nasîn û bargehên wê li Sûriyê bombebaran bike.

Lavrov di konfransekî çapemeniyê de got:’’ Aniha erkekî min ê girîng heye, ew jî rêgirtina li ber kêmkirina hejmara rêxistinên terorîst e. Ti sedem jî li cem min nîn in, da ez baweriyê bi serokwezîrê Amerîkî Con Kêrî neyînim, lê tiştê em li ser zemînê li Sûriyê dibînin, nîşan dide, ku Hevpeymanî xwe ji êrîşkirina bargehên Cebhet El Nusra dûr digire’’.

Libarê rêkeftina agirbestê jî Lavrov got:’’ Rêkeftina Rûsî-Amerîkî ya agirbesta li Sriyê divê li seranserî welat were pêk anîn’’. 

Tê zanîn, ku Amerîka û Rûsyayê demekê berê lihev kiribûn li Cebhet Fetih El Şam bixin û wê weke rêxistineke terorîst bidin nasîn. Ji aliyê xwe ve, hejmarek berên rikberiyê daxuyaniyek weşandin, û tê de helwesta xwe li hember armanckirina rêxistina navbûrî diyar kirin.  

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات