Serê Kaniyê : Yekemîn fîlm li Rojava tê dublajkirin

Serê Kaniyê : Yekemîn fîlm li Rojava tê dublajkirin

Li Bajarê Serê Kaniyê di çarçoveya hefteya çandî de, ku navenda çand û hunerê ya Waş û Kanî rêxistin kiriye, yekemîn fîlemê bi Kurdî  li Rojavayî Kurdistanêhate hatiye dublajkirin hate nîşandan.

Fîlmê enîmasyon ango kartûn bi navê (Spirit: Stallion of the Cimarron), ango Sîpirît:  Hespê Sîmaronê ji zimanê Îngilîzî bo Kurdî  hate wergerandin û li studeoya Komîn Film li Serê kaniyê hate dublajkirin.

Ev fîlmê dublajkirî weke ’’Hespê Azad’’ hate binavkirin û bû yekemîn fîlm, ku li Rojava tê dublajkirin û di vê xebatê de deh akter bi dengê xwe rolên kesayetiyên film lîstin, derhênan jî ya Azad Ebdikê ye.

Sîpirît li  kolanên bajarê Dirbêsiyê jî di çalakiya ’’Sînema li taxa meye’’ hate nîşandan.  

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات