Li derdora Şedadê pevçûn di navbera HSDê û DAIŞê de

Li derdora Şedadê pevçûn di navbera HSDê û DAIŞê de
Li bajarê Şedadê yê bi ser gundewarê Hesekê ve, di heyama 24 demijmêrên bûrî de pevçûnên dijwar di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û rêxistina terorîst ya DAIŞê de rû dan.

Jêderên xwecehî ragihandin ku li gundewarê Şedadê çeteyên rêxistina DAIŞê hewil dan bi hejmarek otombîlên mayînkirî armanc bikin  lê ew rastî bersiveke tûj ji aliyê şervanên Demokratîk ve hatin û di encama pevçûnan de hejmarek çeteyên DAIŞê hatin kuştin, herwisa hin çek û cebilxaneyên çeteyan jî ketin dest şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk de.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات