ENKSê doza berdana girtiyên li ba Rêveberiya Xweser dike

ENKSê doza berdana girtiyên li ba Rêveberiya Xweser dike
Bo piştgiriya girityên di zindanên rêveberiya xweser de û di roja yekem ya Cejna Qurbanê de, li çend bajarên Rojavayê Kurdistanê mangirtin û gireva birçîbûnê hene.

Alîgirên encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê û Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriye herwiha Partiya Yekîtî ya Kurdî di yekem roja Cejna Qurbanê de, li hejmarek bajarên Rojava li ber nivîsgehên xwe mangirtin lidar xistin.

 

Li gorî ragihandina van aliyên Kurdî, mebest ji vê mangirtinê ew e ku piştgirî bidin hevalên xwe yên girtî di zindanên Rêveberiya Xweser de, Mangirtina ENKS û PDK-S û Yekîtî li Qamişlo û Dêrikê û çend bajarên din yên Rojavayê Kurdistanê îro danê nîvro dest pêk dike.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات