Rêjîma Îranî hêzên xwe li navçeyên Serdeşt û Mehabadê belav dike

Rêjîma Îranî hêzên xwe li navçeyên Serdeşt û Mehabadê belav dike
Li Rojhilatê Kurdistanê hate ragihandin ku hêzên Îranî di şeva cejina Qurbanê de dewriye û gera xwe li navçeyên Serdeşt û Mehabadê zêde kirin.

Hêz û pasdarên Îranî ji duh danê êvarê ve bi 10an çekdar û tirimbêlên xwe derbasî nava bazar û taxên bajarên Mehabad û Serdeştê bûne, û rêbendên xwe li wir belav kirine.

 

Li gorî agahiyan ew liv û tevgera Hêzên Îranî ji ber metirsiya ku Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê êrîşan li dijî wan pêk bînin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات