Bi armanca vegera kêfxweşî û rêwerısmên cejnê,îro gırûpek jı keç û xortên bajarê Amûdê bı navê gırûpa " Kulûna Mûtetew’ûn" bi çalakiya di bin duruşmeya "Emê cejnê bıkın" rabûn.
Îro di demjimêrên sıbehê de gırûpa " Kulûna Mûtetew’ûn" bı hemû endamên xwe û hıjmarek jı welatıyên Amûdê lı xaçerêya Jınê ya lı ser rıya Qamışlo kom bûn û lı nava pıranıya taxên bajarê Amûdê gerıyan.
Li gor gırûpa " Kulûna Mûtetew’ûn" ew dixwazin ku peyamekê bıgıhînın tevahî welatıyan ku jıyan berdewam dıke û dıvê ku kêfxweşî jî dı dılê welatıyan de hebe ne tenê xemgînıya jı encama rewşa ku welat têde derbas dıbe.
Hêjayî bıbîrxıstınê ye ku endamên " Kulûna Mûtetew’ûn" lı malên bajêr herwıha her sî bendên kontrolê yên hêzên Asayîşê lı bajêr gerıyan û cejna wan pîroz kırın û gul lı wan belav kırın.
التعليقات (0)