Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, ku berxwedana gelê herêmê li hember krîzan, encamên erênî daye û tekez kir ku pêşerojeke ronî li pêş Kurdistanê ye.
Barzanî di hevdîtineke rojnamevanî de pîrozbahiya gelê herêma Kurdistanê bi boneya cejna Qurbanê kir û spasiya hemî pêkhateyên herêmê, jibo berxwedana wan di krîzên ku bi ser herêmê de derbas bûn kir, herwisa Berzanî got, ku gelê Kurdistanê roleke posîtîv di rêveberiya krîzan de lîstiye û tekez kir, ku pêşerojeke ronî li pêş Kurdistanê heye.
التعليقات (0)