Hejmara qurbaniyên komkujiya, ku balafirên Rûsî doh li bazara sebze ya bajarê Idlibê pêk anîbûn bilintir bû, û gihişte 65 pakrewanan.
Tîmên berevaniya sîvîl û yên hawarçûnê xebata rizgarkirina welatiyan ji bin wêranê hêj berdewam dikin û jiber rewşa giran a hin birîndaran, dibe hejmara qurbaniyan di dema pêş de, bêhtir bibe.
Tê zanîn, ku doh Şemiyê bazara sebze ya Idlibê ji hêla balafirên Rûsî ve hatibû armanckirin û di encamê de, 20 welatiyên sivîl, ku di nav wan de jin û zarok jî hebûn jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî birîndar bûn. Ta vê gavê jî, hejmareke din jiber dijwariya birînan, jiyana xwe ji dest dan û hejmar gihiştiye 65an.
التعليقات (0)