Fetih El-Şam navçeya Cindirêsê li Efrînê topbaran dike

Fetih El-Şam navçeya Cindirêsê li Efrînê topbaran dike
Hejmarek ji berên rikber û yên îslamî îro Yekşemê navçeya Cindirêsê li gundewarê Efrînê bi dehan ji avêjtokên hawinê armanc kirin, û ziyaneke mezin li avahiyên welatiyên wê deverê li pey xwe hiştin.

Li gorî jêderine xwecihî ji Cindirêsê, çavkaniya avêjtokên hawinê berên îslamî bûn, bitaybetî Cebhet Fetih El-Şam (El-Nusra) û ew ji bargehên xwe li bajarokê Etmê li gundewarê Idlibê dihatin avêjtin, û li ser girê kolana pîşesaziyê di hundirê navçeyê de ketin, di encamê de şewateke mezin girte avahî û semiyanên welatiyan û ziyaneke mezin li wan hate kirin.

Hêjayî gotinê ye ku, beriya çend rojan gundê Sûrkê li navçeya Racoyê rastî heman topbaranê ji hêla artêşa Tirkî ve hat, di encamê de 7 şervanên erkê xweparastinê û yên Asayîşê jiyana xwe ji dest dan.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات