Di daxuyaniya ENKSê de hat ku, komek ji çekdarên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYDê) ku bi dehan ji tirimbêlan û bi sedan ji çekdaran pêk dihatin, hejmarek mezin ji wan endamine Ereb bûn, bi bihaneya leşkeriya neçar êrîşî gundê Bana Şikeftê yê li derdora Dêrikê kirin, û şêniyên gund ji hêla xwe ve li berxwe dan lewra çekdarên PYDê ew gulebarandin, di encamê de 3 welatî birîndar bûn, û 3 yên din hatin binçavkirin, û piştî pevçûnan bo çend demjimêran, çekdarên êrîşker neçar bûn ku bi paş ve vekişin û hêj rewş li wê deverê ne aram e.
ENKSê di daxiyaniya xwe de ew êrîş şermezar kir û got ku, kiryarên bi vî rengî rê ji şerekî navxweyî re divekin, herweha ji hemû hêzên Kurdistanî û yên navwelatî ligel rêxistinên mirovane daxwaz kir da destêwerdanê bikin û kiryarên PYDê rawestînin, jiber ev kiryar berovajî mafên mirovan in û azadiyê binpê dikin.
التعليقات (0)