ENKSê doza mangirtinê li dijî PYDê dike

ENKSê doza mangirtinê li dijî PYDê dike

Encûmena xwecihî ya ENKSê li bajarê Qamişlo daxuyaniyek derbarê binçavkirina endamên xwe ji hêla Asayîşan ve belav kir.

Daxuyaniya ENKSê diyar kir ku di berdewamiya kiriyarên xirab yên PYDê derheqê gelê Kurd û binçavkirina her siyasetmedar û çalakvanên ku nerîneke wan ya cuda heye, ji ber vê yekê dê endamên ENKSê di roja pêşî ya Cejina Qurbanê de dest bi mangirtin û gireva birçîbûnê li navend ENKSê ya rojhilatê Qamişlo bikin, herwiha daxuyaniyê doz li PYDê û TEVDEMê dike da girtiyên siyasî serbest berdin, û kiriyarên xwe yên xirab derheqê Rojavayê Kurdistanê rawestînin, û vegerin rêkeftina Dihukê.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات