Kuştina ciwanekî Kurd li ser destên cendirmeyên Tirk

Kuştina ciwanekî Kurd li ser destên cendirmeyên Tirk
Li herêma Efrînê cendirmeyên sînorî yên Tirkiyê ciwanekî Kurd dema ku dixwest ji Tirkiyê derbasî Sûriyê bibe gulebaran kirin û ew kuştin.

Li gorî hin jêderên xwecehî, ciwanê bi navê Mihemed Reşîd Alo ku li gundê Kurdo yê bi ser navçeya Bilibê ve ji dayîk bûye, duh danê êvarî dema ku dixwest ji aliyê Tirkiyê ve sînor ber bi herêma Efrînê ve derbas bike, bi guleyên cendirmeyên sînorî yên Tirkiyê hate armanc kirin û di cih de jiyana xwe ji dest da.

Herwisa heman jêderan dane zanîn ku Alo ji bo şahiya zewaca xwe ji Tirkiyê vedigeriya herêma Efrînê.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات