Rêjîm li Helebê parêzerekî Kurd binçav dike

Rêjîm li Helebê parêzerekî Kurd binçav dike
Li herêma Efrînê hate ragihandin ku parêzerekî Kurd dema ku ji bajarê Helebê vedigeriya Efrînê li ser rêbendeke hêzên rêjîmê hate binçavkirin. 

Jêderên xwecehî ragihandin ku parêzerê Kurd yê bi navê Xalid Mistankî ku ew ji herêma Efrînê ye , îro danê sibehê dema ku ji bajarê Helebê vedigeriya herêmê, ew li ser rêbenda hêzên rêjîmê ya xaçireya Şîhan ku dikeve navbera Efrînê û Helebê de hate binçavkirin..herwisa li gorî heman jêderan, parêzer Xalid Mistankî ji gundê Berkê yê bi ser navçeya Me’betlê ye û ew endamê berê yê desteya bilind ya Kurdî bû li herêma Efrînê.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات