Di daxuyaniyê de hat ku, ji destpêka şoreşê ve û ENKSê tê de beşdar e, û herdem ligel hemû layanan karekî hevbeş dikir tevî gelek helwestên neyinî ji hêla hin kesayetiyên rikberiyê ve, û ne tiştekî veşartî ye ku ENKSê ligel hemahengiya rikber kar dikir da nêrîneke hevbeş bo pêşeroja Sûriyê amade bikin.
Di heman daxuyaniyê de, ENKSê rexne li hin xalên belgeya Londonê kirin û gotku, ew rastiya civaka Sûrî ya cûr bi cûr tune dike dema dibêje ku, Sûriyê parçeyeke ji Welatên Ereban e, û zimanê wê yê fermî Erebî ye û wisa zimanê Kurdî û yên pêkhateyên din piştguh dike.
ENKSê rexne kir li şêweyên desthilatê yên di wê belgeyê de hatin, ku ew heman şêweyên ku rêjîma Sûrî bikar tîne, û belge bixwe rêzgirtina kêmnetew û kêmolan nekiriye.
Di dawiya daxuyaniya xwe de, ENKSê ragihand ku, ew wê belgeyê red dikin û wan hemû welatên dê kongirê Cinêvê amade bikin agahdar kirin ku, ENKSê di kongir de beşdar nabe bo wan sedeman, û ji desteya giftûgoyan daxwaz kir da ji nû ve li wê belgeyê vegere û mafên Kurdan tê de binpê neke, yan dê ENKSê li vebijêrkên din bigere.
التعليقات (0)