Di daxuyaniyeke çapemenî de, Kêrî diyar kir ku, dê Amerîka û Rûsya bi hev re kar bikin da endamên Cebhet El-Nusrayê ji rikberên Sûrî cuda bikin, û li ser pêwîstiya afirandina devereke bê çek li Helebê tekez kir, û dê herdu welat şerê rêxistina DAIŞê û El-Nusra bikin, herweha dê karekî hevbeş bikin da rêjeya tundîtiyê li Sûriyê kêm bikin û rê ji derbasbûna alîkariyan re vekin.
Ji hêla xwe ve, Lavrov got ku, gelek gef li ser ewlehiya karwanên alîkariyan ji hêla rikberiyê ve li Helebê hene, û rêkeftina Amerîkî-Rûsî dê hemû layanên Sûrî li ser maseya giftûgoyan bicivîne, û dê agirbest di 12 vê mehê de destpê bike û rêjîma Sûrî piştgiriya vê rêkeftinê dike.
Hêjayî gotinê ye ku, şandeyê navwelatî yê taybet bi Sûriyê Stêfan Dîmistûra got ku, Netewên Yekbûyî (NYê) bi şêweyekî erênî pêşwaziya vê rêkeftinê dike, û dê hemû hewldanên xwe bike da şer li Sûriyê bidawî bibe.
التعليقات (0)