Piştî "Belgeya London" ENKS çi dike di nava koalîsiona Sûriyê de?

Piştî "Belgeya London" ENKS çi dike di nava koalîsiona Sûriyê de?

Nerîna siyasî ya Desteya Bilind a danûstandinê derbarê rewşa Sûriyê, ku li Londonê hate pêşkêşkirin weke " Belgeya London " di kongirê dostên Sûriyê de zelal bû û têde anîn ziman, ku Sûriyê parçek ji welatên Erebî ye û lêvegera wê jî îslamî ye, û zimanê sereke ji xwe erebî ye. Ma çi ji bo pêkhatiyên din dimîne?

  

Di xalên stûr de, ev nerîna siyasî ji aliyê rikberiya Sûriyê ve da zanîn, ku ew di hişmendiya xwe de derbarê gelek kêşeyan ne dûrî fikir û raman û çanda partiya Baes in, û îdeolojî ya ayînî ne. Ji xwe di biwara pirsa Kurdî de, wan nikarîbûn Kurdan weke miletekî bi bînin, tenê mafê wan hene dibin siya " hemwelatiyê " de û ev mafekî sivîl e ji bo her kesekî, ku li vî welatî jiyan bike.

 

Ew çanda " minetan " hate xuayanîkirin gava ku di belgeyê de her weha hatiye, ku Kurd karin bi zimanê xwe biaxifin û mafên ziman û çandî ji wan re hebe, lê li aliyê din dibêjn ku " zimanê Erebî tenê zimanê sereke ye li Sûriyê " ma ka ev çawa çê bû?

Bêguman ev tê wateya, ku ev rikberî Kurdan nabînin weke miletekî dîrokî ku li ser xaka xwe dijî û mafê wî yê çarenûsî heye. Ji xwe pirsa federalizmê her qebûl nakin, ji ber li cem wan ev tê wateya " parçebûnê " ango em dîsa vegerandin wê çanda totalîtarî ya rêjîmê derbarê kêşeya Kurdî de.

Hêjayî gotinê ye, ku ti wate nebû ji tevlîbûna Encûmena Niştimanî Kurdî di nava vê rikberiyê de, ta wê radeyê ku wan ti rêz negirtin ji peymana ku hebû di navbera wan û Kurdan de, ji ew bixwe baweriyê bi hebûna wan nayênin. Jibilî vê jî, ti kes ji rexê ENKSê beşdarî kongirê London nebû û ev jî cihê lêpirsînê ye, nemaze ji aliyê encûmenê ve û radeya berpirsiya nûnertiya wê di nava koalîsionê de.

 

Ne tenê ev e,  gelo çi wateya mana Kurdan di nava vê rikberiyê de heye?  Heger ew mafên me qebûl nakin, ma em li wir çi dikin?  Helbet ev pirs pêşî ji encûmenê tê kirin ku bi helwesteke zelal nerîna xwe bidin xuayanîkirin û çareseriya van pêwendiyan bi serast bikin, ji ber ku ev bixwe ne pirsa hin kesan yan partiyan e,  ev pirsgirêka han netewî ye û ya gelê Kurd e li Kurdistana Sûriyê û gava me tevan doza federaliyê xwest û dît weke sîstemek çareseriyê ji bo welatê Sûriyê û Kurdan helbet divê, ku em xwedî li vê dozê derkevin.

 

Heger ti mafên me di belgeyê de ne tên ziman û ne jî parastin, ma ji bo çi em beşdar in, di nava vê rikberiyê de?  Biriyara rast pêwîst e, ku niha berî sibe bête standin û heger rewş wilo ma, ya herî baş ku encamên xwe vekişine ji hundirê rikberiya Sûriyê û bêtir hewil bide ku projeya xwe ya Kurdî serbixwe amade bike tevlî hemû hêzên siyasî Kurdî û êdî pêşkêşî Netewên Yekgirtî û welatên xwedî hêz bike û helwesta xwe bi mêranî û heşkere ji hemû aliyên siyasî û navdewletî bide xuayanîkirin. 

Ev bixwe gerek e, gaveke lezgîn be piştî biriyara kişandinê ji koalîsiona Sûriyê, peyre pêwîste ku lêvegereke Kurdî were lidarxistin bi beşdarbûna hemû hêzên siyasî û hewildana avakirina şandeke Kurdî serbixwe bikin ji bo nûnertiya me bike dûrî nakokiyên rojane û levhatinek pêk were dibin siya berjewendiyên netewî Kurdî de li Kurdistana Suriyê û dûrî ecindên derve, ev gava hinekî dereng wê me vegerîne nava leystika bazara siyasî li Sûriyê bi şêwek giran ku para me di vê projeya guhertinê de hebe, wekî din emê deste vala vegerin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات