Rûsya ji Tirkiyê dixwaze rewşa Sûriyê aloz neke

Rûsya ji Tirkiyê dixwaze rewşa Sûriyê aloz neke

Ligel hin nîşanên nêzîkbûna ragihandina rêkeftineke Rûsî-Amrerîkî libarê Sêriyê, Rûsya helwesta xwe libarê operasyonaleşkerî ya Tirkiyê di hundirê xaka Sûriyê de bi awayekî tûj ragihand û got, ku divê Tirkiyê ’’ti gavên, ku rewşê aloztir bikin neavêje’’.

Yekemîn car piştî destêwerdana Tirkiyê di bakurê Sûriyê de, Mosko di rêya daxuyaniya wezarta xwe ya derve de helwesta xwe bi vî rengî nîşan dide û dibêje, ku ’’Kûrçûyîna hêzên Tirkiyê û berên rikberiyê yên ji aliyê wan ve tên destekirin di xaka Sûriyê de cihê dilgiraniyeke mezine bo Moskoyê’’. û amaje dike, ku ’’Operasyona Tirkiyê dibe rewşêb siyasî û leşkerî li Sûriyê aloztir bike’’.

Di daxuyaniyê de herweha hate gotin:’’Ev operasyon beyî hevrêzî ligel rêjîma Sûrî ya ’’rewa’’ û erêkirina Encûmena Ewlekariyê pêk tê. Ev yek gumanan libarê mijarên girêdayî serweriya Sûriyî û yekbûna xaka wê diafirîne’’. Wezareta derve ya Rûsî herweha got:’’ Helwesta Sûriyê ya dijî operasyonên Tirkiyê li ser xaka wê, ji aliyê yasayî ve, hewlwesteke rewa û têgihiştî ye’’.

Ev pêşveçûna di helwesta Rûsyayê de hat di demekê de, ku Rûsya û Amerîka nêzîkahiyê li bidestxistina rêkeftinekê libarê kêşeya Sûrî dikin. Li vê barê berdevka wezareta derve ya Rûsî Marya Zaxarova got:’’ Pispor ji herdû aliyan li ser peydakirina mîkanîmeke destpêkirina şerê terorê dixebitin, û şûnde dê ber bi armanca sereke ve gav werine avêtin, ew jî çareseriyeke giştî bo kêşeya Sûriyê ye’’.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات