Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, ku herdû wezîrên Amerîkî Con Kêrî û yê Rûsî Sêrgêy Lavrov dê îro Înê li Cinêvê bicivin û dê hewl bidin rêkeftinekê bo bidawîkirina şerê li Sûriyê bidest bixin.
Li ser vê civînê, berdevkê wezareta derve ya Amerîkî Con Kêrbî got:’’ Ev biryara wan piştî danûstandinên vê dawiyê hat. Ew dê bêhtir li ser mijarên kêmkirina tundîtiyê û derbaskirina alîkariyên mirovahî bo gelê Sûrî rawestin, herweha ew ê bidestxistina çareseriyeke siyasî ji kêşeya wî welatî re gotûbêj bikin’’.
التعليقات (0)