Hate ragihandin, ku herdû serokên Rûsî Vladîmêr Pûtin û yê Tirk Receb Teyib Erdogan doh mjara agirbestê li Helebê li ser hêla telefonê gotûbêj kirine.
Jêderin fermî gotin, ku herdû aliyan li hev kirine bizavên xwe bo bidestxistina agirbestekê li Helebê di dema cejna Qurbanê de xurt bikin. Heman jêderan gotin, ku Erdogan û Pûtîn li hev kirine deverên sînorî li Sûriyê ji ’’rêxistinên terorîst’’ , nemaze DAIŞê paqij bikin.
التعليقات (0)